ÇAR ÇARÎN


ÇAR ÇARÎN
Çar çarîn,
        ji dil barîn!...

1- ZARÊ MIN

Zimanê min Kurdî ye
Zarava Kurmancî ye
Zarê min Reşwanî ye
Barê min dildarî ye

2- PORÊ DIRÊJ

Porê dirêj li ser mil e
Ev biska xwe ya reş şil e
Evîna min barê dil e
Dil dinale wek bilbil e

3- LI ZOZANÊ


Li ser avê dîsa yar e
Li hêla avê çinar e
Li siya çinar dildar e
Li dilan dîsa bihar e

4- DÎLBER

Çûm bajarê Dîyarbekir
Min dî dîlberek wek şekir
Min dilê xwe jê re vekir
Lê çi bikim wê ferq nekir

Mûlla Evîndar 



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar