BÛKA SPÎ (Bi devoka Kurmanciya Anatoliya Navîn) Malan bar kirin ji zozanê. Yek bi yek gişk çûn gund. Tenê Ehmed ma. Ew 16 salî ye. Bavê Ehmed pê re gotibû îro dereng e, îşev li zozanê li ser pez be, li berbangê zû pez heyne were gund. Şev bi ser deşta zozanê da hat, her der tarî bû, ne şewqek, ne dengek, ne jî kesek. Pez li dor gomê mexel bûbû, Ehmed kulavê xwe amade kir û li xêni li ber pencere rexist. Ji ber ku heyam germ bû wî xwe li ser kulêv dirêj kir, xew, dom di çavên wî da bû, çavên xwe girtin. Dema ku wî çavên xwe girtin dengek kete guhê wî, ew denga li derva, li ber pencere bû. Tirs, xof li wî peyda bû. Mezinên wî digotin li vê zozanê wek pêşi bûkek heye, bi navê "Bûka Spî". Wexta ku van gotinan hatin bîra Ehmed, ew denga gav bi gav nêzike Ehmed dibû. Tirs û xofa wî her ku diçe pir dibû. Dengê lingan dihat, ji pencere berve derî. Giran giran û berve derî. Deng pir nêzik bû. Porê Ehmed kire qirçeqirç, deriyê xêni giran giran vedibû. Derî v...