Kayıtlar

Çîrok etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

ZEVIYE ÎSAL Ê ÇING IN? - Mulla Evindar

Resim
"ZEVIYE ÎSAL Ê ÇING IN?" (Bi devoka Kurdên Anatoliyê)  -pêkenok an çîrok, hûn biryarê bidin- Xelîl li gundê xwe zewaca xwe kir, ji zewacê şun de ji bo şixulandine derdikeve Awrûpe û tê ye Almanya ye. Ew bi ci, bi şûn û war dibe. Çavê wî tim li jina ye. Cîraneke wî Alman heye, navê xwe Suzan e. Suzan bi Xelîl pir rind tê, pir dixwaze bi wê re dengke, bibe dost, va ji wî re dibe xeyaleke ku meri tênege. Her ro Suzan ku ji kar tê, di ber mala Xelîl re derbas dibe, lê qet ti car li Xelîl mesnake. Suzan dibîne ku Xelîl tim lê mesdike, ew  silavê dide Xelîl û di wî re dikene, Xelîl ji hev da dixele û dihele, ew destê xwe di hev da mist dide û dibê "Dilê jinika Alman jî berve min e". Ew bi ve pir xenê, pir kêfxweş dibe.  Roke din dîsa Suzan ji kar derketîye û di ber mala Xelîl re derbas dibe, mes dike ku Xelîl dîsa lê mesdike, ew bi Xelîl re dibê "Eger wexta te heye em bi hev re tiştekî xwe li derekê vexwin". Xelîl bi vê daxwazê şa dibe, qebûl di

ŞIVANEKÎ CEMÊR "Ele Hecî" - Mulla Evindar

Resim
ŞIVANEKÎ CEMÊR "Ele Hecî" Roj diçû ava, şekil û şewqa xwe wenda dibû. Ku roj çû ava keriyên pez diketin rêzê dihatin mal. Mîna keştiyên ku di nav derya de li dû xwe rêçên avê çê dikin, keriyên zozanan jî li dû xwe bi toz û dûman dîmenek spî û xweşik çêdikirin. Keriyên pez yek bi yek gişk hatin ser malê, ji xeynî yekî. Tenê yek nehat. Şev bû, wext çû, ne kerî hat, ne jî şivanê xwe Hemo. Li nav keriyê Hemo bêlên gund jî hebûn, her yek li benda bêla xwe bû. Dereng dereng li dûr dengê keriyek pez, dengê kûçikan hat. Şivan û gundî yên zozanê, malbata Hemo bi lez, bi meraq meşiyan ber bi kerî çûn. Pezê Hemo bû. Hemo li ser kerê ye, serçav bi xwîn, seri qeliştî ye, laş û kinc di xwînê de ma ne. Jê pirsîn, wî bersiv da, go: "Pez xweş diçeriya, min pêşi lê negirt, min go ma / bila pez here heta dera ku dihere. Ew çû, ez çûm, em nêzikê zeviyên gundê Omera bû. Ji jor de siwarek li ser hesp hat, go 'pezê te ketiye zeviyê', min go 'tu kî yî?' go

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

Resim
BÛKA SPÎ (Bi devoka Kurmanciya Anatoliya Navîn) Malan bar kirin ji zozanê. Yek bi yek gişk çûn gund. Tenê Ehmed ma. Ew 16 salî ye. Bavê Ehmed pê re gotibû îro dereng e, îşev li zozanê li ser pez be, li berbangê zû pez heyne were gund.  Şev bi ser deşta zozanê da hat, her der tarî bû, ne şewqek, ne dengek, ne jî kesek. Pez li dor gomê mexel bûbû, Ehmed kulavê xwe amade kir û li xêni li ber pencere rexist. Ji ber ku heyam germ bû wî xwe li ser kulêv dirêj kir, xew, dom di çavên wî da bû, çavên xwe girtin. Dema ku wî çavên xwe girtin dengek kete guhê wî, ew denga li derva, li ber pencere bû. Tirs, xof li wî peyda bû. Mezinên wî digotin li vê zozanê wek pêşi bûkek heye, bi navê "Bûka Spî". Wexta ku van gotinan hatin bîra Ehmed, ew denga gav bi gav nêzike Ehmed dibû. Tirs û xofa wî her ku diçe pir dibû. Dengê lingan dihat, ji pencere berve derî. Giran giran û berve derî. Deng pir nêzik bû. Porê Ehmed kire qirçeqirç, deriyê xêni giran giran vedibû. Derî v

DELAL, ZELAL û CELAL - Mulla Evindar

Resim
DELAL, ZELAL û CELAL Li parqê sê zarok ên pir şîrîn li hêla hev rûniştibûn bi Kurmanciyê min pirsî, me sohbet kir : - Keça şîrîn navê te çi ye? - Ben Kürtçe bilmiyorum. - İsmin ne dedim? - Delal. - Bu yanındaki minikler de kardeşlerin mi? - Evet. - Senin ismin ne şirin kız? - Zelal. - Ya senin şirin oğlan? - Celal. - Delal, Zelal, Celal. - Evet. - Anneniz, babanız resmen şair! Ne güzel kafiye yapmışlar. - Evet, annem bize "siz şiirimsiniz" diyor. - Çok şahane! Şiirin ismi ne? - Hilal ve Bilal. - Ha ha haaa! Ne güzel uydurmuşsunuz! - Uydurmadık. Annem ile babamın ismi. - Çok güzel! - Navê te çi ye xalo? - Hani Kürtçe bilmiyordun? - Diya min gotibû kesê nenas re qet deng mekin. Her ku ew gotina tê bîra min kenekî xweş li min peyda dibe, dikenim. Mûlla Evîndar mullaevindar@gmail.com

ŞERPI RIVANDIN - Mûlla Evîndar

Resim
ŞERPI RIVANDIN Çîrok (Ji herêma Kurdên Anatoliyê) Miço dilê xwe li Dîlanê ye, evîndarê Dîlanê ye. Ji ber ku Dîlan cîrana xwe ye, her roj, her wext Miço Dîlanê dibîne. Di dilê wî da jana hezkirinê di devê wî da tim navê Dîlanê! Miço jî, Dîlan jî hîn biçûk in, 17 salî ne. Berzewac in. Dîlan bi fêdi ye, dilgirtin li gund eyb e. Dê û bavê Dîlanê dil hene ku keça xwe bidin pismamê wê, naxwazin bidin Miço. Dîlan rokê bi diya xwe re dihere bazara gund, li wir ji bazarê tiştê xwe distînin, li çûnê dibînin ku yek li wir şerpiyan difroşe, şerpiyên rengîn û pir rind difroşe. Diya Dîlanê dibê "Dîlan tu êdî mezin î, em ji te re du şerpiya ji vir bîstînin, bide serê xwe". Şerpiyên xwe distînin û diherin. Dîlan li mal li ber neynikê şerpiya xwe dide serê xwe, li xwe mêze dike û bi xwe pir qayîl dibe, pir jê hez dike. Dîlan bi hewêseke mezin şerpiya xwe dide serê xwe û derdikeve ji mal, berve kaniyê dihere ku çatiyê xwe tiji av bike. Wexta ku ew ji mal bi serê bi şer

DERGÎST / DESTGIRTÎ - Mulla Evîndar

DERGÎST / DESTGIRTÎ Mûlla Evîndar Kurdên Anatoliyê bi "destgirtî"yê re dibên "dergîst". Li zemanê berê, xort diçûn mala dergîsta xwe, pê re digotin “Çûna Dergistiyê”. Ji ber ku SMS, Instagram, Facebook jî tunebû, ji çend hefteyan carekê xort diçûn mala dergîsta xwe û li wir hevdu didîyan. Ûsiv jî çû mala dergîsta xwe. Bavê keçikê tenê ji bo carekê îzîn dabû ku Ûsiv were ba dergîsta xwe. Lê problemek mezin heye! Bavê keçikê îzîn neda ku keçika xwe bi tenê li ode, bi dergîstê xwe va li ba hev bin. Xunga dergîstê jî dan hêle. Dergîst û xunga xwe li ode rûniştine û li benda Ûsiv in. Ûsiv hat. Derbase ode bû. Li ode du keçik! Wexta ku keçik ji Ûsiv re xwestin Ûsiv keçik nedîbû, nîşan kirin Ûsiv dîsa keçik nedîbû, niha ji van keçikan kîjan dergîsta xwe ye! Ûsiv bi fêdî ye, pirs nake. Dergîst bi fêdî ye, xunga dergîstê bi fêdî ye! Wan ji hev fêdî kirin, bin çavan re li hev mêze kirin, gotin û sohbeta xwe gişk ew bû. Ûsiv li şûna

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

Resim
Berhevkar û Nivîskar: Mûlla Evîndar  (15.06.2001) (Bi devoka Kurmanciya Kurdên Anatoliyê) -Ji herêma Kurdên Anatoliyê çîrokek mîtolojîk- LAWIKMAR  Çi hebû, çi tunebû. Li wexteke nenas û li warekê Kurdan gundek hebû. Li wî gundê jin û merek hebû, kurikên (zarokên) wan tunebûn, wan pir dixwestin ku ma (bila) bibin xwediyê zarokan. Rokê li ber Xwedê digerin û dibên "Xwedê! Tu mezin î, tu dizanî em vê zarok in, lawikekî bide me, ma (bila) hînge marek be!". Roj heldihat, roj diçû ava, şev dihatin, şev diçûn, roj û şevan dida pê hev, rokê jin bar dibe, jin û merê wê pir xenê (şa) dibin. Ew bi kefxweşî, bi dilşahîye li benda dergûşa xwe dibin. Ro, hefte, meh, demsal derbas dibin û dergûşa wan tê ye rû dine. Lê çi meskin! Dergûşa wan marek bû! Tirs, xof li wan peyda dibe. Ew dibên "Me ji Xwedê lawikek xwestibû, me go ma (bila) hînge marek be, bi emira Xwedê dergûşa me wek marekê hate rû dinê, Xwedê lawikek da me, lê ew marek e". Zeman pir d