"Hesp Çêkir" - Mulla Evindar

"HESP ÇÊKIR"

(Ji herêma Kurdên Anatoliya Navîn)

Husîn xortekî 19 salî ye, li zozaneke pir xweşik e. Hespekî wî heye, ew jê pir hez dike. Seda (serê sibe) dema ku Husîn ji xewê şiyar dibe berê her tiştî hespê xwe av dide, gil û giyayê ku ji nav zeviyan berhev kirî dide ber.

Rokê Husîn dîsa ji xew radibe, dihere ku hespê xwe av, gil û giya bidê, vê carê hespê xwe nabîne, ew dibe pariyek nan. Li nav zozanê gom bi gom, xanî bi xanî, gav bi gav lêdigere lê nabîne.

Hinek ji zozana wan dûr zozaneke din hebû, li germa havînê Husîn dev da wir, peya kete rê, ku li wir jî li hespê xwe bigere.

Dema ku ew tê wê derê, li perê zozanê li siya xaniyekî hespê xwe dibîne. Pir kêfxweş dibe. Husîn nêzike siya xêni dibe, li hundirê xêni li ber pencere keçikekê dibîne. Keçikê li derva dinêrî, li keskahiya mêrga zozanê, li şînayiya esman û li hesp. Li salên Husîn bû, navê xwe Berîvan bû. Çavên Bêrîvanê ji xwe bêxeber li çavên Husîn, li bejna Husîn dikevin. Çavên Husîn jî li çavên Bêrîvanê dikevin. Bêrîvan fedî dike, bilez ji ber pencere dihere.

Husîn li hespê xwe siwar dibe û dihere. Çavên Bêrîvanê, awirên wê her wext li ber wî bûn.

Dora din a rojê Husîn seda ji xewê radibe, dîsa hespê xwe nabîne. Vê carê ew rehet e, kelecan, teleşe tune ye, ji nanê xuriniyê şun de radibe derdikeve ku li hespê xwe bigere.

Vê carê ew ne li nav zozanê, ne jî li mêrga derdora zozanê li hesp digere, ew dîrekt ber bi zozana din, ber bi zozana Bêrîvanê dihere. Li rê di serê wî de çav û awirên Berîvanê.

Li ser riya wî çemekê zirav û biçûk hebû, li ava çem destên xwe, ruyên xwe dişo. Di ava zelal de bejna wî, serçavên wî xuya dibû, Husîn yekî por dirêj bû, li ber ava zelal bi destê xwe perçema xwe şe dike, biska ku ji por dewistî dûz dike. Wî li çem ti cara weha nekiribû.

Husîn tê zozana Bêrîvanê. Dibîne ku hesp dîsa hatiye siya xaniyê Bêrîvanê. Vê carê dibîne ku gil û giyayê rengîn li ber hesp e û hesp dixwe. Bêrîvanê jî nizanî çima ye, vê carê dema ku hesp dît gil û giya dabû ber.

Husîn vê carê Bêrîvanê nabîne. Li hespê xwe siwar dibe û di ber mala Bêrîvanê re hêdî hêdî dihere. Ew dibîne ku xaltiyek li ber malê heriyê çê dike, dibê "Xaltî li qûsûra min mêze mekin, hespê min heta vê derê hatiye û li siya xaniyê we mexel bûye, ez hatim ku bibim".

 Xaltî dibê "Erê kurê min, duh jî li vir bû, heywan e, ne sûcek e".

Husîn dibê "Xaltî ez tî bûm, avake sar heye?".

Xalltî bang dike "Bêrîvan avake sar ji kûp bîne, rêwiyek hatiye ber derê me!"

Bêrîvan tasek av tîne, dibîne ku dîsa ew xorta ye, serê xwe dike ber xwe, di bin çavan re lêdinêre, Husîn jî di bin çavan re li wê dinêre. Tasa avê dirêje Husîn dike, Husîn ji ser hesp xwar va tê, tasa avê ji dest Bêrîvanê digire.

Bêrîvan li benda tasê li pey dadiweste. Edet weha bû, heta ku mîvan avê yan jî dew bi vexwarinê xelas dike, li bendê dawestin hurmet e.

Husîn ji hêlekê de av vedixwar, ji hêlekê de jî di bin çavan re li Bêrîvanê dinêrî. Ava ku Husîn vedixwarî difire keziyê, bi hêrs dikuxe. Dengê Xaltiyê tê : 

"Helal, helal".

Dema ku tiştek difire keziyê weha digotin.

Husîn avê bi dawî dike, çavên xwe dike çavên Bêrîvanê û tasê dide wê, dibê: 

"Spas dotmam".

Bêrîvanê serê di ber de, dibê:

"Efîyet be pismam".

Husîn dihere mala xwe. Bejna Bêrîvanê, çavên Bêrîvanê, awirên wê her wext di serê wî de bûn, wan agirek li dilê Husîn dadan.

Li roja sisiya dîsa hesp tunebû û dîsa li siya mala Bêrîvanê bû. Bêrîvanê dîsa gil û giyayê rengîn dabû ber hesp, vê carê av jî dabû ber.

Çend roj, çend hefte derbas dibin, çûna hesp a siya mala Bêrîvanê jî pir dibû. Bi vî awayî Husîn û Bêrîvan hev rind nas dikin, dilê xwe dikevin hev, ji hev hez dikin. Dî û bavê Husîn, Bêrîvanê ji Husîn re dixwazin. Mezinên wan dibên "qeder e ew" û ji bo zewacê nîşana wan dikin.

Edet e, dema ku yek nîşana xwe, zewaca xwe dike, ji vir, ji wir de pirs dikin dibên "Kê ew îşê xêre kir?", "Ew zewaca bi destê kê bû?", "Kê navbera wan kir?", "Kê ew çêkir?"

Husîn û Bêrîvan dibên:

"Hesp çêkir"

 Mûlla Evîndar 
mullaevindar@gmail.com

 17.01.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar