ŞIVAN - Mulla Evindar


ŞIVAN
(Klama klasîk a Kurdên Anatoliyê bi nav û deng “LO ŞIVANO” îlhama vê çîrokê ye. Bi Kurmanciya Reşiyan)

Ro çû ava, şewqa xwe wenda bû, şev bi ser zozanê de hat.

Li ber mala axa dengê kûçik hat, kûçik lêket. Axa rabû, li hêla malê gom hebû, li hêla gomê jî pez, berî her tiştî li pez nêrî, pez mexel bûye. Dengê kûçik hîn dihat. Axa dît ku yek li ber kûçik e, kûçik wî bernade. Axa berve kûçik çû, go "Aşt!". Kûçik dawestî / rawestî. Li vê wextê ya mîvan, ya jî diz dihat.

Lê ew ne mîvan bû, ne jî diz.

Axa go "Tu kî yî?". Go "Ez şivan im xalo, şivanê ecer / nû".

Axa: "Bixêr hatî."

Şivan: "Spas xalo."

Axa: "Çima ewqas dereng mayî?"

Şivan: "Ez ji xwe re peya hatim."

Axa: "Gundê we dûr e, tu çima peya hatî?"

Şivan: "Heyam xweş bû, her der gil û giya ye, ez hez dikim peya bigerim."

Axa: "Keremke were em herin hundir."

Pezê axa çend roj in bêşivan e, axa gund bi gund gerî û ev şivana dîbû. Şivanekî por şitil, por dirêj, bejn zirav û 18 salî.

Axa derî vekir. Li sirtê / milê Şivên tûrikek hebû, tê de çend kinc, kûpê avê û hwd. Şivên tûrikê xwe da ber derî. Ketin hundir, derbase odeya mîvanan bûn, axa çiraya li dîwêr a bi rûnê gazê vêxist, rûniştin.

Axa bang kir "Keça min çayê bîne". Xanima axa jî hat ode, bi şivên re go "Bixêr hatî", jê pirsî "Ji şîva îşev tu mayî, tu yî birçî yî, ji te re tiştekî xwarinê hazir bikim". Şivan go "Na xaltiyê, nan û av di tûrikê min de hebû, spas".

Keça axa, Cemikê çay anî. Çiraya li dîwêr şewq dida ode, bejn û bala Şivên pê ronî dibû, Cemikê çay li ber Şivên girt, ji çi ye wê jî nizanî, dilê wê kire gurmegurm, kelecanek lê peyda bû. Ewqas mîvan tên Cemik cara weha nedibû.

Axa: "Li vê zozanê îtîbarek min heye, pezê herî pir li vir pezê min e, pezê herî çê li vir pezê min e, tu yî weha bizanî û weha bidomî".

Şivan: "Lewma ez peya hatim, min go ez deşta vir, çêre pir li ku heye bizanim. Tu meraq meke xalo."

Axa: "Navê min ne xalo ye."

Şivan di ber xwe de kenî. Axa jî kenî, go "Ez ne xalê te me, axayê te me".

Şivan vê carê go "Erê, tu axayê min î xalo."

Dengê vê sohbetê dihat odeya ku Cemik û diya wê lê. Ew jî keniyan.

Axa: "Tu yî westiya yî, tu yê li berbangê zû pez rakî, rabe rakeve."

Şivan: "Tu rast dibê."

Axa: "Îşev tu mîvan î, li odeya mîvanan rakeve, sibe tu şivan î, ez jî axa me. Sibe mîvanî bidawî dibe."

Şivan: "Na, spas. Ez li vir ranekevim. Ez ne mîvan im, ezê herim li hêla pez di kulavê xwe de rakevim."

Axa rabû ser xwe, go "Were em herin."

Hîva li esman xweş dibiriqî, tarîtiya şevê ronî dikir. Çûn li nav pezê ku mexel bûyî geriyan, 500 pez zêde hebû. Her mî mîna ku cûm/benîşt dicûn dikayîn. Çend kar li nav pez baz didan, dilîzîn. Kûçikê belek û ker li hêla hev bûn, mîna ku ew bêjin "Em ji sibe re amade ne" li Şivan dinêrîn.

Li hêla gomê odeyeke biçûk hebû. Axa deriyê ode vekir, bi Şivan re go "Ev odeya te ye". Axa çira li dîwêr vêxist. Li erdê geltek rexistî / raxistî bû, Şivan tûrikê xwe avêt ser. Li kêleka dîwêr ciyek, li ser cî lihêf û balîv hebû. Xanima axa jî hat, ter / xurca kerê anî wir, go "Xwarin, vexwarina te ji bo sibe gişk di vir de ye". Şivan ji dest girt û spas kir.

Esmanê reş li berbangê bi şewqa rojê qelişî, ronahî bi ser zozanê de hat. Şivan li pêşiya pezê xwe ye û dihere ber bi mêrgên bi gil û giya.

Şewq û tîna rojê di pencere re serçavên Cemikê mist dan, çav lê qemişandin. Ji xewê şiyar bû Cemik, dengê zengilên pez kete guhê wê. Rabû, hat ber pencere. Pencere nizm bû, her du henîşkên xwe dan ser dîwarê ber cama pencerê, xwe pê sipart û li der nêrî, li jor şewqa rojê, li jêr keskahiya zozanê xuya dikir. Pez ketibû rêze diçû, Şivan li pêşiya pez bû, dilê Cemikê dîsa kut kut avêt.

Îro ne mîna rojên din e ji Cemikê re, çima ye ew jî nizane kêfê wê pir tune ye.

Ji odeya xwe derneket, diya wê hat ba, lêpirsî, Cemikê go "Ez bêhal im, ezê rakevim".

Cemik 21 salî ye, heta van salan ew ti car weha nebûye. Qurifekê ew girt. Di ciyê xwe de çavên xwe berdan tawanê, dest yek li bin serî, yek li ser dil bû. Çavên wê westiyane, lihêf kişand ser xwe û çavên xwe girtin, bi dengekî nizm, bi dengekî westiyayî, ji dilê wê nalînek hat, go:

“Dilo te ji min xêre
Canê min da ber kêre
Jana te rabû ji çi re
Ezê çi bikim jê re”

Heta niha wê qet ne klamek, ne jî helbestek gotibû, dilê wê bargiran bû, wek ava çem ev çarîna jê herikî.

Wê rokê Cemik ji mal derneket heta êvarê. Êvar bû, dengê zengilan hat. Dengê zengilên pez mîna bang kirin, mîna dawet kirinê bi wê dihat. Rabû ser xwe derket, pez kom bi kom li dor gomê mexel dibû, axa bi Şivên re deng dikir. Axa, Cemik li ber malê dît, bang kir "Keça min were vir, şivanê me, ji me re kuvank / kuvark anîne". Kuvank li hêla Şivên di torbeyê paçinî de bûn, devê torbe vekirî bû, kuvank biqasî bostekê gir, reng xweşik, teze xuya dikirin. Şivên ew li deşta wan deran berhev kiribûn. Şivan torbe heyna û da dest Cemikê, hinek bi fêdî, hinek serî di ber de lê bi girnijîn û bi awirekî germ û nerm go "Efîyet be dotmam". Cemikê nikarî bibêje spas, çima weha bû nizanî, serê wê gêj bû, dilê wê mîna ku ji şûnê leqiya li wê kêliyê.

Cemikê kuvank dan diya xwe. Dîsa çû odeya xwe, ciyê xwe li erdê bû, xwe dirêj kir li ser. Çavên xwe girtin. Li ber çavên wê, awirên şivên, çavên şivên, girnijîna wî. Dilê wê de agirek hate dadan. Awirên çavên şivên wek çarîna helbestekê, wek narîniya hestekê, wek awaza stranekê dilê Cemikê lerizand. Ew çi hal e, cara weha nebû. Nalîneke bêdeng hat ji kûrahiya ruhê wê:

“Dilo ew çi hal e
Te çima nal e nal e
Jana te xweş û delal e
Eceba çima ne zelal e”

Şîva êvarê kuvank bûn. Ji şîvê şûn de Cemikê bi diya xwe re al nekir / alîkarî nekir, qaw / firaq neşuştin. Zû çû odeya xwe, zû kete ciyê xwe, bi çavên westiyayî raket.

Seda / serê sibe bi dengê zengilan Cemik şiyar bû, şewqa rojê ode ronî dikir. Pencere nîv vekirî bû, bayekî xweşik û hênik tê re dihat. Rabû hat ber pencere, pez ketiye rêze, hêdî hêdî dihere, Şivan kerê xwe bar dike, kûziyê / kûpê xwe tiji av dike. Porê Şivên bi bayê hênik li hewa dilîst, ew porê dirêj bi bayê xweşik şe dibû û di pencere re li serçavên Cemikê diket. Cemik serxweş û sermest bû. Rabû derket, berve pez çû, lê pez bi dûrketibû, Şivan bi dûketibû, dengê zengilan hîn dihat. Ba lêxist û şara wê ji serî firand. Şar berba çû. Kete pê şara xwe, yekî/ê bidîta wî/ê bigota qey ew ketiyê pê pez. Şar berve pez diçû, li neqewê li ser kerengekî dawestî / rawestî. Cemikê şara xwe da serê xwe, li ser neqewê li dûr nêrî, li pezê mala bavê xwe, li şivanê mala bavê xwe. Pez him diçeriya, him diçû, Şivan jî bi hêla pez ketibû. Roj hîn teze derketîbû, germahiyeke xweşik li zozanê belav dibû, Cemikê li jor li esman nêrî, ewrên spî di nav şînayiyeke zelal, xweşik û ronî de xuya dikirin, li jêr li erdê nêrî, di nav keskahiyê de gil û giyayên rengîn. Di ber çavên Cemikê re derbas bûn dîmenên ku li berbangê dîtî: Bejna Şivên, porê Şivên ê ku li hewa dilîstî. Cemikê çavên xwe heynan, dîsa li pezê mala bavê xwe nêrî, bejna Şivên pir hindik xuya dikir, go:

"Lo şivano bejna te li dûr e
Janek kete dilê min, kûr e
Qey eşqa min firiye te
Qey dilê min ketiye te"

Bi ser vê çarînê de wê ji xwe re eşqa xwe îtîraf kir, nalîna dil zelal bû ku çi ye.

Vegeriya mal. Diya wê li hêla malê bû, diya wê bi henek go "Keçê tu ji ku têyî? Min go qey tu reviyayî." Cemikê go "Ez li vê hewa xweş ji xwe re li dor malê digeriyam, şara min berba çû, ketim pê û min anî". Diya wê "Min go qey Miço tu ji lawikê xwe re rivandî" go û keniya.

Pir malan Cemik xwestibûn lê Cemikê nekir, yek ji van jî Miço bû. Miço jî axa bû, ji lawikê xwe re Cemik xwestibû lê Cemikê qebûl nekir. Dî û bavê Cemikê pir dixwest ku Cemik bibe bûka Miço.

Emsalên Cemikê gişk zewicî bûn, hîn ti keçik heta 21 saliyê li mal nema ne. Cemik bi rindiya xwe bi nav û deng e, ew bûye 21 salî, hîn nezewicî ye. Digotin Cemik ne ji merkir / mêrkira ye.

Nîvro bi şûn de dengê çerçî li zozanê hat, li hefte carekê çerçî dihat. Cemik berve çerçî çû, li çerçî gundî civiya bûn. Cemikê her carê kîloyek loqimê bi gwîz distand vê carê wê jî nizanî çima ye ji xwe bêxeber 2 kîlo standin. Herî / hirî da çerçî, loqimê xwe heyna û hat mal.

Li siya dîwêr rûnişt Cemik. Dîwar, dîwarê odeya li hêla gomê bû, dîwarê odeya Şivên. Deriyê odeyê vekirî bû, kete hundirê ode, loqimê di destê xwe de bi nîvî kir û da hêla balgiyê Şivên. Çû şijing anî, misîn anî, ode av kir, rêş kir û ji ber ku ti kes nebîne ew bi lez ji wir derket.

Hevalên wê bang kirin ku herin ser avê ji xwe re bi jinên ku li wir heriyê dişun re wextê derbas bikin. Cemik nehat, çû odeya xwe. Li ber pencere rûnişt û li benda êvarê bû, li benda pez, li benda Şivanê mala bavë xwe.

Êvar bû.

Dengê zengilan, dengê kûçikê belek hatina pez xeber da. Cemik derket hêla malê. Dî û bavê wê jî li wir bûn. Şivan di hêla wan re derbas bû, silav da wan. Porê şivên ji tozê wek porê spî xuya dikir, Cemikê di dilê xwe de go "Min bi destê xwe porê te bişuşta".

Şivan çû odeya xwe, barê xwe li wir ewirî. Li der, li ber derî bi misîn serçavên xwe şuştin, porê xwe dakişand. Cemikê dît, di dilê xwe de go "Misînê avê min li te bigirta".

Şivan hat ba dî û bavê Cemikê, go "Odeya min paqij bûye, we zehmet kiriye tişt da ye hêla balgiyê min, spas", ne axa, ne jî xaltiyê tişt fêm nekir, Cemikê serê xwe kir ber xwe, paşê jî li esman nêrî. Axa go "Pez xweş çêrî?". Şivan "Erê xweş çêrî, lê babûsk / babîlîsk rabû, hinek toz hebû".

Şev bi ser zozanê de hat, Cemik li odeya xwe li ber pencere li der dinêre, ne dengek, ne jî kesek, şewqa hîvê jî tunebû, xew nakeve çavên wê, li pencereya şivên nêrî, çira wî dihat. Çend roj in, bêwext, emrîvakî klamên bêdeng wek nalînek ji dilê wê dibarine. Dîsa dilê wê keliya û nalî:

"Lo şivano
Îşe te çi ye li nav pez
Bi diskî were ba min bi lez
Ji wî kulavî hîşk derkeve
Li ser sîngî min rakeve"

Çawa û çima ew hest bi vî awayî hatin ziman, wê jî nizanî.

Careke din li der nêrî, şev kerr û lal bû, di nav bêdengî û tarîtiya şevê de tenê şewqa çiraya Şivên dixuyî, wekî din her kes raketîbû. Hêza dilê wê ew rakir ser piyan û bi gavên bêdeng çû der û li ber pencereya Şivên dawestî, kûçikê belek ji hêla pezê ku mexel bûyî hat cem Cemikê, sewa ku kûçik deng dernexe Cemikê stûyê wî mist da. Li pencere xist Cemikê. Jixwe pencere vekirî bû, Şivan hat ber pencerê, go "Kî yî tu?". Hîn ku bersiv nehatiyê, Şivên nas kir.

Şivan : "Dotmam tu yî"

Cemik : "Erê pismamê mino, ez im"

Şivan : "Tiştekî bi te lazim heye?"

Cemik : "Na, spas. Xew nekete çavên min, çiraya te dihat, min go ka tu çi dikî"

Şivên nikarî bersivekê bide, serê xwe kir ber xwe.

Cemik : "Tiştekî bi te lazim heye?"

Şivan : "Na, spas dotmam"

Cemik : "Odeya te min paqij kiribû, loqim min ji te re anî bû"

Bi fêdiyeke veşartî Şivên go "Spas dotmam".

Cemik : "Şeva te xweş be"

Şivan : "Şeva te jî xweş be dotmam"

Çû odeya xwe Cemik, bi ser vê dîtin û sohbetê de rehet bû, barê li ser wê sivik bû. Lê agirê ku li dilê wê hatiyî dadan hîn xurt bû.

Kete ciyê xwe, çavên xwe girtin, ji dilê wê mîna ava çem dìsa çarînek herikî, go:

"Ji min re bûyî wek şekir
Ez hatim, te derî venekir
Min dilê xwe ji te re vekir
Ez çi bikim te ferq nekir"

Diya wê behsa dengbêjan dikiribû, bi ser vê çarînê de go "Qey ez bûme dengbêj". Paşê jî go "Na, na. Ez ne dengbêj im, ez aşiq im".

Li berbangê Cemik dîsa bi çûna pez hesiya, dilê wê xwe mîna seetê eyar kiribû, Şivan li kîjan wextê dihere û tê dizanî. Rabû ber pencerê, dît ku Şivan haziriya xwe dike. Li firehî û keskahiya zozanê nêrî û bi dengekî nizm dest bi klamê kir:

"Min go lo şivano kerî xwe barke
Lo şivano kûzî xwe tiji avê sarke
Min go bane kûçikî qerebaşke
Li dawiya malan li min gudarke

De here lo lo, lo şivano
Sal biçûko, dil nizano
De here lo lo, lo şivano
Canê Cemikê bi qurbano"

Germa havînê diqijilîne. Îdî bi nîvro pez dihat ser malê, şîrê pezê zozanê xweş e, ji bo ku pez bidoşin, pez didan bêriyê, mêran serî pez digirtin, jinan jî didoşiyan, her ku mî tê dotin gan / guhan jî sivik dibûn.

Şivan li pê bêriyê dawestiyê, serê pez digire, Cemik û diya wê jî didoşe. Şivan li ber tav û tîna rojê tiji xwi / xwê bûye. Şivên serê miyê girtiye Cemik jî didoşe, şîr dikete helkeyê / satilê bi dengekî xweşik, Cemikê heniya xwe bi ganê miyê / guhanê miyê helpisart / sipart û di dilê xwe de dîsa dest bi klamê kir:

"Şivan dameste li pî bêriyê
Şivan li min megire tu vê miyê
Were rûne li vê siyê
Ma neçilken çilke xwiyê

Here lo lo, lo şivano
Sal biçûko, dil nizano
De here lo lo, lo şivano
Canê Cemikê bi qurbano"

Diya Cemikê bang kir "Bese keçê, bese! Te ganê miyê ziyo / ziwa kirin, ti şîr nayê, hîn çi didoşî". Cemik ji xwe derbas bûye, ne şîr, ne helke nedîtibû.

Bêrî, şîr dotin bidawî bû. Cemikê helkeya şîr bir aşxane, li wir di parzingê re derbas kir û parizand. Li germa havînê aşxane hênik bû, pencereya xwe li barêz / bakûr bû, bayekê xweş û hênik tê re dihat, Cemikê heniya xwe da ber pencere li der nêrî, Şivan pez kom dikir, ji xwiyê ew şil bûye, kincên wî gişk qelêr bûne. Cemikê kesereke kûr kişand, strand:

"Peze şivên pezekî çe têr e
Min go yaqa şivên gî qelêr e
Bi şev bişum avê sar e
Bi ro bişum e bênê bi yar e

De here lo lo, lo şivano
Sal biçûko, dil nizano
De here lo lo, lo şivano
Canê Cemikê bi qurbano"

Diya Cemikê kete hundir, go "Dengê te çiqes xweş e keçê! Ew klama kê ye?" Cemikê biska porê xwe guvişand, go "Qet, min ji xwe re pile, pile". Cemikê zanî ku îdî ew ji ber eşqa xwe bûye klambêj.

Ber êvarê Cemik û hevalên wê çûn ser avê. Li wir erx, bîr hene. Keçikan li wir lingê xwe dikirin avê, sohbet dikirin, dilîstin. Hîn ku êvar nehatiye keçikan gotin "Bese em herin". Xwe dan hêla hev hêdî hêdî diçûn. Cemikê dît ku li dûr keriyek berve avê tê, wê di pirbûna pez, şikla pez re zanî ku pezê wan e. Her kerî hîn ku nehatiye ser malê, berê diçû ser avê av vedixwar û jê bi şûn de dihat ser malê. Cemikê xwe giran kir, li paşiya hevalên xwe ma, bi hevalên xwe re go "Hûn herin, ezê ji xwe re hêdî hêdî bitenê werim". Hevalan jê tiştek fam nekirin, israr nekirin û çûn, wenda bûn.

Cemik vegeriya, hat ser bîrê. Li benda Şivên dawestî. Ne şivanekî din, ne keriyekî din, ne jî kesekî din hebû.

Şivên ferq kir ku li ser bîrê keçikek bitenê dawestiye. Pez li ser avê civiya av vedixwar.
Şivan berve bîrê çû, çi ye, kî ye meraq kir. Nêzîkê bû, dît ku Cemik e. Şivên cênika xwe xurand, hinek bi meraq, hinek bi fêdî "Dotmam çi bû? Li vir çi dikî? Li benda kê yî?" go. Cemikê bi kenekî bi diskî / veşartî, lê ji xwe bawer, go "Ez li benda te bûm".

Evîn eger evîn e, di nav de cesaret jî heye, ew bêcesaret nabe. Ji dilê Cemikê her dem, her wext wek dilopên baranê klam jê dibarine, ew ê çima evîna xwe veşêre. Nêzike Şivên bû, go "Tu li gundê xwe zewicî yî? Yan jî dergîst / destgirtiya te heye? Her çiqes ku salên te biçûk xuya bibin jî, min meraq kir".

Şivan : "Na dotmam. Ez nezewicî me, dergîsta min jî tune ye"

Cemik : "Mîna min î".

Şivan bi lez rabû berve pez çû, Cemikê zanî ku ew fêdî dike. Cemikê şara xwe ji serê xwe xist. Bisk bi ser çavê wê de hatibû, bi wî awayê çû hêla Şivan, go "Ji roka pêşiyê de te eşqek li min peyda kir. Çend malan ez xwestim xwîna min nekelî ser. Tu bi min qayîl nabî?". Cemik bi biska ku bi ser çêv de hatî dilîst. Şivên li por, li biska Cemikê nêrî, dilê wî de agir û pêt çêbû, lê wî bi xuya kirin neda, go "Ez şivan im, tu keçika axa yî dotmam". Pê re serê xwe kir ber xwe, go "Çiqes germ e". Cemikê ji xwe bêxeber, bi însiyakekê, moriya îşligê xwe yek vekir, go "Erê pir germ e". Şivên serê xwe heyna, qefesa wê ya spî, kokên pêsîrên wê yên teze mîna ku li benda yekî bin dawestî bûn. Şivan dîsa serê xwe kir ber xwe, bi lez rabû, go "Wext jî dereng bûye, ez pez tope ser hev bikim".

Cemik : "Erê dereng e, ez jî herim. Bi xatirê te be".

Şivan : "Oxir be dotmam."

Cemikê dev da zozanê, çû. Bi ser vê dîmen û demê de ew hîn pir sivik bû, evîna xwe ya Şivên ji wî re aşkere kiribû, jê bi şûn de wê jî nedizanî çi bibe. Li esman nêrî, çiqes fireh bû. Evîna wê jî mîna esman bêdawî bû, lê difirî, li nav firehî û şînayiya esman wenda dibû. Ji ber ku ew bitenê ye, bi dengekî bilind dîsa destpê kir:

"Şivan tu hatî ser bîre te deng nekir
Min sîng bere xwe li ber te vekir
Te şa nekir, li min mes nekir
Cute memike min ges nekir

De here lo lo, lo şivano
Sal biçûko, dil nizano
De here lo lo, lo şivano
Canê Cemikê bi qurbano"

Cemik hate mal, êvar bû. Pez jî hate ser malê. Şivan û bavê Cemikê bi hev re deng dikirin, vê carê hinek dirêj ajot deng kirina wan.

Li şîva êvarê, li ser sifre axa go "Şivanê me yê here, dest berde ji kar, heta heftekî". Aveke sar bi canê Cemikê de hat, Cemikê fam kir çima dihere, go "Çima bavo?", bavê go, "Ez nizanim çima ye, şivanekî weha pak, jîr ez nabînim". Nan xwarina wan bidawî bû, diya Cemikê go "Cemik tu sifre berhevke ezê herim ba şivên pê re deng bikim".

Diya Cemikê bi xebereke xweş hat, go "Min Şivan îqna kir, heta şeş mehan nare". Cemik û bavê wê pir kêfxweş bûn.

Dem dema raketinê bû, Cemik berî ku têkeve ciyê xwe di pencereya xwe re li pencereya Şivên nêrî, di dilê xwe de go, "Tu çima ji eşqa min tirsiyî Şivan, çima!"

Ji ber ku Şivan şeş meh din bime Cemik dîsa jî xweş raket.

Vêcarê li berbangê Cemik bi dengê zengilan ji xew ranebû, dema ku ew şiyar bû pez, Şivan ji zû va çûye qir. Çû li ser neqewê dawestî, neqewa ku li hêla malê. Li wir li dûr nêrî, çavên xwe li dûr gerandin, ne pez, ne jî Şivan xuya dikir, destê xwe da bin guhê xwe destpê kir:

"Min go seda rawûm vi qir ketim
Gundo ez vi pê eşqa Şivên ketim
Gotin Şivan î ji mala bavî te re şeş meh din bime
Şevka du bişev têr raketim

De here lo lo, lo şivano
Sal biçûko, dil nizano
De here lo lo, lo şivano
Canê Cemikê bi qurbano"

Wê rokê heval hatin ba Cemikê gotin em herin qirşa. Keçik ji mal dûr diketin, qirş berhev dikirin û dikirin şijing. Cemik jî çû.

Ji mal dûr ketin, qirş berhev dikirin. Nêzike keriyekî bûn. Peze malê Cemikê bû. Pez xweş diçere, Şivan li kêleka pez, li siya giyayekî bilind raketiye.

Cemikê bi hevalên xwe re go, "Werin em ji vir dûr bibin, pez û Şivên eciz nekin".

Ji wir çûn. Wekî her tim, keçikan ji xwe re yek bi yek, dor  bi dor klam digotin, diçûn. Dor dora Cemikê bû, Cemikê heyna zirêve / strand :

"Haye şivan haye, şivan haye
Peze xwe diçere li nav gil giya ye
Şivan î di xew da ma ye
Ramekin î westiya ye

De here lo lo, lo şivano
Sal biçûko, dil nizano
De here lo lo, lo şivano
Canê Cemikê bi qurbano"

Hevalên Cemikê şaş û mat man, li devê wê dinêrîn, guhdarî dikirin. Cemikê dewam kir:

"Weng e sivan weng e, şivan weng e
Gil giya li dor te reng bi reng e
Klama eşqa min çima bi diskî vêdeng e
Ro çû ava pir dereng e

De here lo lo, lo şivano
Sal biçûko, dil nizano
De here lo lo, lo şivano
Canê Cemikê bi qurbano"

Keçikan her tişt fam kir.

Vegeriyan mal.

Dora din a ro ji sibehê de kete nav xelkê zozanê, belav bû, gotin "Dilê Cemikê di Şivên de ye, aşiq e, evîndar e. Keçika axa eşqa xwe firiye Şivanê xwe".

Zozan diçeliqî ji gili û gotinan. Diya Cemikê, bavê Cemikê û her kes bihîst. Seda / Sibehê Cemik ji xewê şiyar bû, dît ku pez li mal e. Şivan çûye, bejna wî, awirên wî, girnijîna wî ya bi fêdî wenda bûne.

Pez bi serê xwe çû neqewa li hêla malê û bêşivan diçeriya. Cemik çû cem pez, bêtirs strand:

"Min go peze şivên li neqew e
Di dor ra çex diwime mîna kew e
Min go ji şivanî xwe bîttir ti kesî
Li ser sîngî xe nakime xewe

De here lo lo, lo şivano
Sal biçûko, dil nizano
De here lo lo, lo şivano
Canê Cemikê bi qurbano"

Li esman nêrî Cemikê, roj dibiriqî, şewqa rojê çavên wê qemişandin, tîna rojê canê wê mist da.

Evîna wê, klamên wê mîna şewq û tîna rojê, mîna ronahiya rojê bi ser hemû zozan û gundên wan deran de hatin û belav bûn.

Mûlla Evîndar



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar