Mem û Zîn




MEM û ZÎN

Ew Memê Alan e
Li Cizra Botan e
Bi nav û nîşan e
Qedrê xwe giran e

Barê wî evîn e
Evîna wî Zîn e
Zîn ji wî re jîn e
Dil pê gêj û dîn e

* * *

Zîn keça Kurda ye
Wek hîva şeva ye
Wek bêhna gula ye
Îlhama dila ye

Eşqa wê firî Mem
Evîn li dil bû çem
Şev û roj û herdem
Herikî tim li cem

* * *

Dîroka Kurda ye
Çîroka Kurda ye
Bengîniya me ye
Rengîniya me ye

Navê xwe şîrîn e
Şewq dide bi tîn e
Ew jan û evîn e
Yanî Mem û Zîn e 

Helbest û Muzîk : Mûlla Evîndar 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar