"Şêro"

 



-Ji herêma Anatoliya Navîn-

DAR BÊKOK, KOK BÊAX NABE
                      "Şêro"


Navbera gundê Xelika û Semûlê nêzikê 700km ye (Kurdên Anatoliyê bi Stenbol / İstanbulê re dibên "Semûl").

Hecî pezê xwe firot bazirganekî ji Semûlê. Niha ewê pez bibe Semûlê ji bazirgan re.

Li zemanê berê pez peya dibirin Semûlê. Wext li dor salên 1920'a bû. Hecî kerê xwe bar kir, kûçikê xwe da hêla xwe, pez da ber xwe û kete rê.

Pez him diçeriya, him diçû. Bi ro diçûn, bi şev pez mexel dibû û Hecî jî radiket. Biqasî 30 ro şun de ew hatin Semûlê.

Hecî hat goma bazirgan û pez teslîm kir, ker û kûçikê xwe jî wek diyarî dan bazirgan.

Niha ewê vegere gundê xwe, gundê Xelika. Bazirgan erebeya hespa amade kiribû ji bo ku ew heta îstasyona trenê pê here. Hecî xatirê xwe xwest û li erebeyê siwar bû. Karmendê gomê erebe diajot.

Dema ku ew ji goma pez dûrket kûçikê wî meşiya û kete dû wî. Hecî bi çavên kelegirî li kûçikê xwe nêrî, kûçik heta erebeyê hat, li derdora erebe bazdida. Hecî erebe dawestand, jê dehat û destê xwe avêt ser stûyê wî. Go "ezê te jî bi xwe re bibim Şêro! Şûna te ne va dera ye".

Hecî bi kûçikê xwe re digo Şêro. Şêro jî da ser erebe û çûn.

Hatin îstasyona trenê.

Rayedarên trenê destûr nedan ku kûçik têkeve trenê. Qedexe bû. Hecî bi çavên kelegirî ji Şêro veqetiya. Şêro bêdeng, bêpeyv stûxwar ji îstasyonê derket û bi erebe re şiva hat goma pez.

Hecî vegeriya gundê xwe. Di serê wî de tim Şêro heye, qet ji bîr nake. Veqetîn li wî pir bi qar, zor hatibû.

15 ro derbas bûn.

Li berbangeke xweşik wek her rokê Hecî şiyar bû.

Çend kar û berxên wî hebûn, ew li seda / sibehê tim dibirin ser çem. Dîsa wî seda zû, li wê berbangê kar û berx rakirin û ber bi roja ku hiltê, roja ku ewr diqelişîne çû. Rêyek zirav û pir dirêj li hêla wî hebû, te digo qey ew heta şûna ku roj jê hiltê dihere. Kar û berx li wir diçêrandin. Hewa hênik û nermik bû, bayekî xweşik li rûyên wî dixist.

Hecî li wê rêya zirav û dirêj dît ku tiştek bi toz û dûman ber bi wî tê. Ew tişt nêzik bû, ber bi Hecî meşiya û hat li ba wî dawestî.

Hecî nikarî ku deng bike, nikarî ku bawer bike! 

Ew Şêro bû!

Şêro bi kêfekî li nav lingên wî dilîst, bi hembêza wî da hildikişt. Hecî ew hembêz kir û serê wî kire qefesa xwe.

Ji Semûlê heta gundê Xelika biqasî 15 ro Şêro rê da ber xwe, peya hat. Rêya ku biqasî 30 ro heta Semûlê pê hatî wî şopand û 15 ro şun de li gundê xwe vegeriya.

Şêro pir westiyabû, çû li kêleka kar û berxan mexel bû û vesîniya xwe heyna.

Hecî li çemên kesk, li kar û berxên ku diçerin û li Şêro nêrî, weha go:

"Dar bêkok, kok bêax nabe".

Li nav gund û zozanan belav bû, her kes digo "Çawa dibe kûçikek ji Semûlê heta gundê Xelika ewqas kîlometre tê û ewqas rê nas dike?" 

Mulla Evindar

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar