KARWAN
KARWAN (Koçberên Anatoliyê) Seda zû ji xewa şîrîn Şîlan şiyar bû bi qîrîn Ji xeweke kûr venciqî Xewa çava lê miçiqî Şîlan zarok e Şîlan keçek kurd e Li bayê seda Li eyazê seda Şîlanê nizanî ew çi ye Ketibûn rêze malbat Karwan amade bû ji bo çûnê Karwana koçberiyê li rê bû Şîlanê nizanî bi ku ve û çima ewê herin Ketin rêze, gişk sîwar bûn Kal û pîr, keçik û xort tev Bûk û zava, zar û zêç tev Tev ketin rê, tev bûn rêwî Kete rê karwana koçberan Kete rê Birêket karwan çû Toz û dûman li dû Derketin ji hembêza warê xwe Derketin çûn ew mêrxas Derketin çûn ew gernas Niha bûn koçber ber bi warên nenas ber bi warên nenas Kok ji axa xwe veqetî Dil ji canê xwe veqetî Li wan deran hiştin hêlîn Li dû man zeviyên heşîn Li dû xwe Şîlanê nêrî Bi çavên kelegirî Li dû wan ma şûna çîrokê Li dû wan ma rêça dîrokê Dest berdan ji ava kaniyên zelal Çeman bi pêlên xurt deng dan li dû wan!...