NEWROZ - Mulla Evindar


NEWROZ

Roj derket, berf heliya
Zivistan çû, bihar hat
Gul pişkivîn, zevî rabûn
Her der kesk û rengîn e

Ji mehan Adar e
Ji cejnan Newroz e
Tev pîroz dikin
Kal û pîr, keç û xort
Evîna evîndaran
Wek agirê Newroz e

Bihar e, êdî bihar e
Her der ji gulan sor, zer e

Mal bar dikine zozanan
Bêrîvan li bêri ye
Şivan li bilûrê dixe
Kar û berx dikaline

Ew jiyana Kurda ye
Ew xebata Kurda ye
Sal teze dibe
Kurd jî xwe teze dike

Bihar e, êdî bihar e
Her der ji gulan sor, zer e

Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 






Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar