ÎRO NEWROZ E DÎLBERÊ - Mulla Evindar


ÎRO NEWROZ E DÎLBERÊ 

Gul pişkivî wek hinar e
Berf helî êdî bihar e
Bejna te mîna çinar e
Îro Newroz e dîlberê

Wey lê dîlberê cejna te
Hatim binêrim li bejna te
Îro Newroz e dîlberê

Agirek dadan bi kozê
Ketin govenda Newrozê
Keç û xort hatin bi sozê
Îro Newroz e dîlberê

Wey lê dîlberê cejna te
Hatim binêrim li bejna te
Îro Newroz e dîlberê

Wey lê lê dîlbera delal
Şiyar bûn tev çemên zelal
Xemilîn tev mêrg û newal 
Îro Newroz e dîlberê

Wey lê dîlberê cejna te
Hatim binêrim li bejna te
Îro Newroz e dîlberê

Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar