GOVENDA NEWROZÊ - Mulla Evindar


GOVENDA NEWROZÊ 

Werin keçikno
Bi eşqa Zînê!

Werin lawikno
Bi eşqa Memê!

Werin coşiyê
Werin dostiyê!

Werin bi klam û sozê
Bigirin govenda Newrozê!

Keç û xort tev xemilîn
Hatin govenda rengîn
Stran, klam şiyar bûn
Bo Newrozê sîwar bûn

Werin Newrozê, stranan bên tev!
Werin govendê, destan bidin hev!

Keç û xort evîndar in
Ji dil da tev sozdar in
Evîna wan pir kûr e
Ji Mem û Zîn ne dûr e

Werin keçikno, bi eşqa Zînê!
Werin lawikno, bi eşqa Memê!

Kûlîlk vebûn reng bi reng
Çûçik hatin deng bi deng 
Bihar hat her der xweş e
Coşî li her der geş e

Werin Newrozê, Newroza gelan!
Werin sersalê, sersala Kurdan!

Werin govendê, bigrin destmalê!
Werin dîlanê, ji bo sersalê!

Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar