AWIRÊN ÇAVÊN TE - Mulla Evindar

AWIRÊN ÇAVÊN TE 

Awirên çavên te

Wek çarîna helbestekê
Wek narîniya hestekê
Wek awaza stranekê 
Dil dilerîzînin li her carekê

Awirên çavên te

Wek paragrafa romanekê 
Wek hevoka çîrokekê 
Wek gotina destanekê 
Diaxivin li her nêrînekê

Awirên çavên te

Wek dilopa baranekê
Mîna berfîna berfekê
Wek xunava sibehekê 
Li dil dibarin li her demekê

Gotin û Muzîk : Mûlla Evîndar 


















Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

DOKUZ ADIMDA KÜRTÇE'Yİ KOLAYCA OKUYUP YAZMA METODU / Mûlla Evîndar

BIZBEN - Mulla Evindar

LAWIKMAR / Mûlla Evîndar

BÛKA SPÎ - Mulla Evindar

FIRAT CEWERÎ û CIWAN HACO - Mulla Evindar

JANA DIL - Mulla Evindar

ŞEVEKE PAYÎZÊ - Mûlla Evîndar

ÇÛNA BER TEQE - Mulla Evindar